Rapirsî: Gelo dê Erdogan bi ser bikeve?
PeyamaKurd- Kompaniya Lêkolînê ya MetroPOLLê, di rapirsiya xwe ya dawî de li ser hegera biserketina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, pirsî. Encama rapirsiyê nîşan da ku hegera biserketina Erdogan, zêde ye.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyeyê re kompaniyên lêkolînê yên rapirsiyan jî encamên rapirsiyên xwe bi raya giştî re parve dikin.
Kompaniya MetroPOLLê, di rapirsiya xwe de pirsa,
"Heger vê yekşemê hilbijartina serokomariyê were kirin û Erdogan dîsa bibe namzed, hûn difikirin ku ew ê di hilbijartinê de bi ser bikeve?" pirsî û ev encam deketin holê:
Encamên rapirsiya ku di Mijdara 2022an de hat kirin wiha ne:
- Bê guman dê bi ser bikeve: Ji %19,9
- Dê bi ser bikeve: Ji % 29,3
- Nikare bi ser bikeve: Ji % 30,4
- Bê guman nikare bi ser bikeve: Ji % 11.5
- Pêşbîniyeke min tuneye / Bê bersiv: Ji % 8,9
Dema encam tên berhevkirin, ji % 49,2 difikirin ku Erdogan dikare bi ser bikeve. Rêjeya kesên difikirin ku ew nikare bi ser bikeve, ji %41,9 e.
Rêjeya kesên ku difikirin Erdogan dikare bi ser bikeve, di meha Cotmehê de ji % 52,9 bû, vê mehê daket ji % 49,2yan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin