Rapirsî | Gelo Îmamoglu bêyî dengê Kurdan dikare bê hilbijartin?

07 January 2024 18:05 0 dîtin
Rapirsî | Gelo Îmamoglu bêyî dengê Kurdan dikare bê hilbijartin?

PeyamaKurd – Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê re, li Tirkiyeyê bala siyasetê bi taybetî li ser Stenbolê û namzedên şaredariya bajarê mezin a Stenbolê ye.

Namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu, di hilbijartinên 2019an de bi piştgiriya kurdên Stenbolê di hilbijartina dubare hate kirin de, bi ferqeke mezin hatibû hilbijartin, lê vê carê nediyariyek heye DEM Partî dibêje, ew dê bi namzedên xwe bikevin hilbijartinan.

Di vê rewşê de, ji nû ve hilbijartina Îmamoglu jî dikeve xeteriyê ku hin çavdêrên siyasî dibêjin, di vê hilbijartinê de rewş cudatir e.

Li gorî rapirsiya dawî ya ji aliyê kompaniya ORCê ve hatiye kirin, Îmamoglu di bi ferqeke biçûk li pêş namzedê Tifaqa Cumhur a AK Partî pêşengiya wê dike ye.

Lêkolîna ORCê rapirsiyeke rûbirû di navbera 25 Kanûna 2023yan û 3yê Çileya 2024an de, bi 5 hezar û 100 kesî re kiriye.

Li gorî encamên rapirsiya ji bo 2 namzedan hatiye kirin; Ekrem Îmamoglu: Ji sedî 40,8, Tifaqa Cumhur (Namzedê AK Partiyê: Ji sedî 40,2 deng distîne û dengê bêbiryar jî ji sedî 19 ne.