Tagesschau: Gelo destpêkeke bêyî Erdogan çêdibe?

14 May 2023 22:30 0 dîtin
Tagesschau: Gelo destpêkeke bêyî Erdogan çêdibe?

PeyamaKurd- Di dezgeha çapemeniya Almanyayê ya Tagesschauyê de hat ragihandin ku hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyeyê, ji aliyê siyasetmedarên Almanyayê ve ji nêz ve tên şopandin û hat diyarkirin ku hêviya hinekan jî li ser destpêkeke nû ye.

Di nûçeya ku bi sernivîsa, “Gelo destpêkeke nû ya bêyî Erdogan çêdibe?” de hat diyarkirin ku di hilbijartinan de bandora dengên ku li derveyî welêt hatine dayîn, gelek zêde ye.

Bi berdewamî hat gotin ku “Siyasetmedarên Alman jî bi dilgermî li benda encamên hilbijartinan li Tirkiyeyê ne û hin siyasetmedar jî hêvî dikin ku di têkiliyên navbera Tirkiye û Almanyayê de destpêkek nû ya bêyî Erdogan bê encamdan.”

Di nûçeya ku nêrînên siyasetmedarên Alman jî cih girtin de hat gotin ku "Dengên Tirkên li derveyî welêt, dikarin di hilbijartinan de roleke girîng bilîzin."