RAPIRSÎ | PDK li seranser Iraqê dibe partiya yekemîn
PeyamaKurd - Li gor encamên rapirsiyekê ku li ser asta Iraqê hatiye kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartina 10ê Cotmehê de jî dibe partiya yekem a herî zêde dengan wergire.
Navenda Beyan a Lêkolîn û Planê ku navendeke serbixwe ye û navenda wê li Bexdayê ye, rapirsiyek bi riya telefonê li ser asta hemû Iraqê pêk anî.
Li gor encamên rapirsiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê ku niha xwediyê pirtirîn hejmara kursiyan di Encûmena Nûneran a Iraqê de ye û partiya yekem e, di van hilbijartinan de jî wek partiya yekem dimîne.
D encamên rapirsiyê de derketiye holê, Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser asta Iraqê rêjeya %7.45 a dengan bi dest dixe û bi vê yekê jî dîsa dibe partiya yekem.
Li gorî encamên vê rapirsiyê li ser asta Iraqê tenê 3 alî li pêşiya PDKê ne, ew jî wek hevpeymaniyên ku ji gelek partî û hêzan pêk tên in, wek Hevpeymaniya Saîrûn a Muqteda Sedir bi rêjeya %14.81, Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi rêjeya %11.83 û Hevpeymaniya Pêşketina Niştimanî ya Mihemed Helbûsî bi rêjeya %8.98 a dengdan bi dest dixin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di rapirsiyê de %1.83 ê dengan û Tevgera Goran jî %1.53 bi dest dixe, ew her du alî di çarçoveya hevpeymaniyekê de beşdarî vê hilbijartinê dibin ku biryar e roja 10ê vê mehê were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin