RAPIRSÎN | Yekem car CHP dibe partiya yekemîn û AKP jî dibe duyemîn
PeyamaKurd - Li gorî rapirsiya Kompaniya Lêkolînên Civakî Avrasyayê, dengên CHPê yekem car ji yê AKPê zêdetir bûne û hemû berbijêrên serokomariyê li hember Serokomar Recep Tayyip Erdogan Erdogan bi ser dikevin.
Avrasyayê, encamê rapirsiya berî 15 rojan li 26 bajaran ku bi hezar û 260 kesan re hatiye kirin eşkere kir.
Di rapirsiyê de %62.3yê beşdaran dibêjin qeyraneke aborî ya mezin heye û %25.7 jî dibêjin qeyrana aborî demkî ye. %3.2 dibêjin qeyrana aborî tine û %6.8 jî dibêjin em nizanin qeyrana aborî heye yan tine ye.
Ji %64ê beşdaran dibêjin em bawer nakin desthilata AKPê qeyrana aborî çareser bike û %17.9 jî dibêjin wê desthilata AKPê qeyrana aborî çareser bike.
Dîsa li gorî rapirsiyê ji %77.1 dibêjin berpirsê qeyrana aborî Erdogan e û %74.6 jî dibêjin Erdogan aboriyê xirab bi rêve dibe.
Li gorî rapirsiyê ji %64.3yê beşdaran dibêjin pêwîst e hilbijartinên pêşwext bên kirin û %25.9 jî dibêjin hilbijartinên pêşwext ne pêwîst in û ji %9.8 jî dibêjin em bêbiryar in.
Hêjayî gotinê ye, yekem car CHP di encama rapirsiyekê de dibe partiya yekem;
CHP: %30.1
AK Partî: %28.4
ÎYÎ Partî: %11.9
HDP: %10.3
MHP: %7.3
DEVA: %5.9
Partiya Pêşerojê: %2.6
Saadet: %1.2
Yên din: %2.3

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin