RAPIRSÎN: Kiliçdaroglu di pês de ye, HDP dibe partiya sêyemîn!
PeyamaKurd – Li gorî rapirsîna herî dawî ya Avrasya Lêkolînê, Kemal Kiliçdaroglu di tûra yekem a hilbijartinên serokomariyê de ji sedî 50 derbas dike. Li gorî rapirsînê HDP di hilbijartinên parlementoyê de bû partiya sêyemîn ku herî zêde deng girtiye.
Serokê Kompaniya Lêkolînê ya Avrasyayê Kemal Ozkîraz, rapirsîna herî dawî ya ku dema li ser wezîfeyê bû parve kir. Li gorî rapirsînê namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu li pêş Recep Tayyîp Erdogan e û hilbijartin di tûra yekem de bi dawî dibe.
Ozkîrazê ku bi Gokhan Ozbek re di kanala Youtube ya 23 derece de bernameyek çêkir diyar kir, “Ev rapirsîna min a dawîn e ku min wek lêkolîner min çêkir. Ji ber vê yekê ez jûbîleya xwe ya lêkolînê dikim. Ji niha pê ve wê hevalê me Savaş ê lêkolînê bike, em ê li ser Youtubeê weşanên xwe bidomînin.”
Encamên rapirsîna dawî ya Kemal Ozkîraz wiha ne:
AKP: Ji sedî 34,4
CHP: Ji sedî 33,3
HDP: Ji sedî 9,5
IYI Partî: Ji sedî 9,2
MHP: Ji sedî 6,8
Bajar: Ji sedî 3,6
Yên din: ji sedî 3,2
Hilbijartina Serokomariyê
Kemal Kiliçdaroglu: Ji sedî 50,9
Recep Tayyîp Erdogan: Ji sedî 42,3
Muharrem Înce: Ji sedî 4,8
Sînan Ogan: 2

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin