Lêkolîn | CHP dibe partiya yekemîn, AKP dengan winda dike
PeyamaKurd - Navenda Lêkolînan a Avrasyayê jî lêkolînek kiriye ku li gor lêkolînê, Partiya Gel a Komarî (CHP) ku wek partiya sereke ya opozisyonê tê naskirin, li Tirkiyê dibe partiya yekemîn.
Dîsa li gorî lêkolîneke din a kompaniya ORC AK Partî her çiqas bi rêjeya %30,6 partiye yekemîn dimîne jî ji sedî 10ên dengên xwe ji dest dide û di hilbijartineke pêşwext de nikare bi serê xwe bibe deshilatdar.

Li gor heman ankêtê, dengên AK Partiyê kêm dibin û hatiye diyarkirin, ku gendeliya îdarî û koçberên Sûrî, krîza Aborî û bêkarî sedemên sereke yên kêmbûna dengên AK Partiyê ne.
Rapirsiya Navenda Lêkolîan a Avrasyayê ew yek jî diyar kiriye, ku partiyên nû yên Ahmed Davutoglu û Alî Babacan dê nêzîkî ji sedî 4ê dengên AKPê ji xwe re bibin.
Serokê Navenda Lêkolînan a Avrasya, Kemal Onkiraz ragihandiye, damezrandina partiya nû hevkêşeyan diguherîne û li gor rapirsiya herî dawî, CHP bi cudabûneke kêm li pêşiya AK Partî ye, tevî wê yekê, piraniya kesên ku hilbijartinê baykot dikin, dengderên AK Partiyê ne.
Zêdetirîn gazinên başdarên ankêtê bêkarî, pirsa penaberên Sûriyê û krîza aborî ye. Dubarekirina dengdana şaredariya Stenbolê jî ziyan gihande AK Partiyê.
Li gor encamên wê rapirsiyê, AK Patî li beramber hemû partiyên din dengan ji dest dide û karînên wê ji bo rawestandina kêmbûna dengan jî nîne.
Navenda Lêkolînan a Avrasyayê diyar kiriye ku piştî eşkerebûna şêwazê partiyên nû dê guherîn di van encaman de çêbibin.
Her li gorî encama rapirsiya Navenda Lêkolînan a Avrasya, di gera damezrandina partiyên nû de, Davutoglu û Babacan dengên partiyên din dibin û herî zêde jî dengan ji AK Partiyê dibin, herwiha kêmtirîn dengan jî ji HDPê dibin.
Li gor encamên wê rapirsiyê, partiya Alî Babacan ji serî 5-6 dengên AK Partiyê, ji sedî 1-2 dengên CHPê, ji sedî 2 dengê IYI Partiyê, ji sedî 1 dengên MHPê û ji sedî 0.5 dengên HDPê dibe.
Herwiha di egera damezrandina partiyekê de, partiya Davutoglu tenê ji sedî 3-4 dengên AK Partiyê dibe.
Alî Babacan, ku yek ji damezrênerên AK Partiyê bû, piştî ku Tîrmeha îsal dest ji wê partiyê kişand, cara yekem roja Sêşemê 10ê Îlona 2019an, hûrgiliyên partiya xwe ya nû ji rojnamevanana re eşkere kir û ragihand ku berî hatina serê salê, ew dê partiya xwe damezrîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin