Rapirsîn | Heger vê Yeksemê hilbijartin çêbibe, dengê xwe didin kîjan partiya siyasî?
PeyamaKurd – Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk, di 18-25ê Çileyê de, di derbarê hilbijartinan de li 10 bajar û 15 navçeyên Kurdan lêkolîna qadê kir.
Di rapirsîna li bajarên Kurdan hate kirin de, pirsa: ‘‘Heger vê Yekşemê hilbijartin çêbibe, dengê xwe didin kîjan partiya siyasî?’’ hat pirsîn.
Li gor rapirsiyê ji sedî 40,3yê Kurdan dengê xwe didin HDPê û ji sedî 18ê hilbijêrên Kurd jî dengê xwe didin HDPê.
Herwiha li gor rapirsiyê, ji sedî 5,8 kes dengê didin CHPê, ji sedî 10,2 deng nadin û ji sedî 8,7 jî bêbiryar in.
Lêkolîn, li Parêzgahên Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Wan, Batman, Mûş, Bedlîs, Qers, Agirî, Çewlik; li navçeyên girêdayî wan bajaran Navend, Erxenî, Artemêtan, Tûşba, Kayapınar, İpekyolu, Rezan, Ercîş, Yenişehir, Gimgim, Wêranşar, Karaköprü, Haliliye, Eyyübiye, Sûr, Artûklû, li hezar û 507 malan, rû bi rû hat kirin.
Di rapirsiyê de, ji şêniyên herêmê pirsa: ‘‘ Bi ya we, pirsgirêka yekem a herî mezin li herêmê çi ye?’’ hat pirsîn. Bersiva ji sedî 61,4an ‘‘ Qeyrana Aborî/Bêkarî’’, ya ji sedî 16,9an ‘‘Pirsgirêka Kurdan’’, ya ji sedî 4,9an ‘‘Şîddet/Şer’’, ya ji sedî 2,5an ‘‘Hikûmet’’ û ya ji sedî 2,4an ‘‘Bêmuxalefetî’’ dan.
Herwiha li gor ji sedî 31,8 kesan ‘‘Li Tirkiyê partiya herî zêde nêzîkî çareserkirina pirsgirêkan HDP ye’’ li gor ji sedî 18,8 kesan AKP ye, ji sedî 16,4ê wan bêbiryar in, li gor ji sedî 12,6ê wan jî, ‘‘Ne yek jî.’’
Li aliyekî din, li ser pirsa‘‘Ji bilî partiya hûn dengê xwe didinê, partiya herî nêzîkî nerîna we ya siyasî kîjan e?’’ ji sedî 70,1 kesan bersiva‘‘Ne yek jî’’ dan. Ji sedî 12,43ê wan bersiva “CHP”, ji sedî 6ê wan bersiva “MHP”, ji sedî 2,9ê bersiva “DEVA Partisi” û ji sedî 2,5ê wan bersiva “HDP” dan.
Li ser pirsa, ‘‘ We di hilbijartinên Giştî yên 24ê Hezîrana 2018an de, dengê xwe da kîjan partiyê?’’ji sedî 40,4 kesan bersiva HDP, ji sedî 25,9 kesan bersiva AKP, ji sedî 16,2 kesan bersiva ‘‘Min deng neda’’, ji sedî 8,8 kesan bersiva ‘‘Bersiv tune’’, ji sedî 3,6 kesan bersiva CHP dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin