RAPIRSÎN | Vê yeksemê hilbijartin çêbibe tu yê dengê xwe bidî kîjan partiyê?

10 January 2022 11:31 0 dîtin
RAPIRSÎN | Vê yeksemê hilbijartin çêbibe tu yê dengê xwe bidî kîjan partiyê?

PeyamaKurd Sosyo Polîtîkê rapirsiya yekem a sala 2022yan çêkir. Sosyo Polîtîkê di navbera 28ê Berfanbara 2021 û 2yê Rêbendana 2022yan, li 20 bajaran bi 1876 kesî re anketek çêkir. 

Rapirsî, li bajarên wekî Îstanbul, Îzmîr, Enqere, Konya, Samsun, Trabzon, Bursa, Mugla, Antalya, Edene, Mêrsîn, Erzerom, Agirî, Qers, Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Batman, Wan û Sêrtê hin rû bi rû, hin bi telefonê hat çêkirin. Bi sedî 2.69 xetayê anket hat belavkirin.

Xalên rapirsiyê wiha ne:

- Li ser pirsa "Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng kîjan e?" ji sedî 65,6 gotiye aborî/betalî, ji sedî 12.5 gotiye nebûna demokrasiyê, ji sedî 9,9 gotiye Pergala Serokomarî, ji sedî 5,6 gotiye rewşa hiqûqê ya heyî, ji sedî 5,3 jî gotiye pirsgirêka Kurd.

- Hûn pergala Hikumeta Serokomarî serketî dibînin?

Ji sedî 24.3 gotiye erê, ji sedî 60î gotiye na.

- Bi ya we bi polîtîkaya aboriyê ya hikumetê welat dikare ji qeyrana aboriyê derkeve? Ji sedî 25,9 gotiye erê, ji sedî 20 gotiye ez bê biryar im û ji sedî 54.1 jî gotiye na.

- Di rewşa heyî de hûn ê deng bidin kîjan îtîfaqê? 

Ji sedî 33.3 gotiye Îtîfaqa Komarê, ji sedî 32.7 gotiye Îtîfaqa Miletê, ji sedî 13.2 gotiye es bê biryar im, ji sedî 12,5.3 gotiye partiya min tê de hebe ez ê bidim, ji sedî 8,3 gotiye ez qet deng nadim.

- Vê yekşemê hilbijartin çêbibe, tu yê dengê xwe bidî kîjan partiyê?

AKP: Sedî 27

CHP: Sedî 22.9

Bêbiryar: Sedî 11,9

Îyî Partî: Sedî 10.3

HDP: Sedî 9.4

MHP: Sedî 6.3

Ezê deng nedim: Sedî 5,7

Deva: Sedî 2.9

Gelecek: Sedî 0,7

Piştî "Ez ê deng nedim" û "Bê biryar" li partiyan bêne belavkirin encam ev derdikeve:

AKP: Sedî 32,8

CHP: Sedî 27,8

Îyî Partî: Sedî 12,5

HDP: Sedî 11,5

MHP: Sedî 7,6

Deva: Sedî 3,5

Gelecek: Sedî 3,6

Saadet: 0,8