Rapor | Hejmara îdamên li Îranê %50î zêde bûye: Di 5 mehan de 168 îdam

10 June 2022 19:37 0 dîtin
Rapor | Hejmara îdamên li Îranê %50î zêde bûye: Di 5 mehan de 168 îdam

PeyamaKurd – Li gorî rapora rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di nav 5 mehên sala 2022yan de, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 168 kes hatine îdamkirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku sala borî jî di 5 mehên destpêka salê de, 110 kes hatibûn darvekirin ku îsal hejmar bi qasî ji sedî 50 zêde bûye.

Herwiha di raporê de hatiye gotin ku bandora protestoyan û zêdebûna nerazîbûnên civakê li rejîma Îranê, li ser zêdebûna îdaman jî dike ku piraniya kesên têne îdamkirin bi hincetên siyasî hatine tawanbarkirin.

Li Îranê piraniya wan Kurd bi tohmetên teror, kuştin, destwerdanên zayendî, dizî û qaçaxçîtiya madeyên tilyakê, welatî bi îdamê têne mehkûmkirin û darvekirin.