Rapor: Hejmara îdamên Îranê ji sedî 75 zêde bûye

13 April 2023 20:01 0 dîtin
Rapor: Hejmara îdamên Îranê ji sedî 75 zêde bûye

PeyamaKurd – Di raporeke hevpar a rêxistinên mafên mirovan de, hate ragihandin ku li gorî amaran hejmara darvekirinan li Îranê, ji sedî 75 li gor 7 salên derbasbûyî zêdetir bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û Rêxistina Bihevre Li Dijî Cezayê Darvekirinê, amara kesên ku di sala 2022yan de li Îranê hatine darvekirin belav kir.

Li gorî raporê di sala 2022yan de 582 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine îdamkirin ku ev amar ji ya 7 salên derbasbûyî bi qasî 75%î zêdetir e.

Li gorî raporê, herî kêm 288 kesên hatine darvekirin bi tohmeta qetilê hatine cezadan ku di heyama 15 salên borî de amare herî bilind e.

Di wê raporê de hatiye gotin ku ji ber beşdarbûna xwepêşandanên Jîna Emînî jî 4 kes hatine îdamkirin û tê diyarkirin: “Bertekên navneteweyî yên tund, nûnerên xwebexş ji parlemanên welatên cuda wek kefaleta siyasî ji bo rizgarkirina xwepêşanderên ku cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, herwiha tehrîma wan kes û damûdezgehên ku destê wan di serkutê de hebûye, nirxa siyasî ya darvekirina xwepêşanderan zêde kir.”

Hat şekerekirin, ji sedî 30 kesên hatine îdamkirin, girtiyên Belûc bûn.

Herwiha di nava 10 salên borî de piraniya girtiyên ku bi tohemeta ewlehiyê hatine darvekirin ji netewên Kurd, Ereb û Belûc bûne.