Rapora Îstixbarata Brîtanya: Wê Rûsya tankên serdema Sovyetê bibe eniyên ser
PeyamaKurd – Dî rapora îstixbaratê ya Wezareta Berevaniya Brîtanyayê de, hat îdiakirin ku wê Rûsya tankên serdema Sovyetê yên sala 1962yan hatine çêkirin ji depoyan derxe û bibe eniyên şer.
Di rapora îstixbarata Wezareta Berevaniya Brîtanyayê de hatiye diyarkirin ku ji bo artêşa Rûsya windahiyên wesayîtên zirxî telafî bie, wê tankên 60 salî yên cureya T-62 ji depoyan derxe bibe qadên şer bicih bike.
Hatiye gotin ku eşkere bûye herî dawî Rûsyayê wesayîtên zirxî yên 1954an BTR-50 cara yekem birine li Ukraynayê bicih kirine.
Di raporê de hatiye diyarkirin, Rûsyayê ji havîna 2022yan ve zêdetirî 800 tankên T-62 ji depoyan derxistiye û bi îhtimaleke mezin ew tank ji aliyê leşkerî ve hinekî hatine başkirin daku bikarin di şer de cî bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin