Îstixbarata Brîtanya: Artêsa Rûsya bi awayekî berçav lawaz bûye

04 May 2022 19:39 0 dîtin
Îstixbarata Brîtanya: Artêsa Rûsya bi awayekî berçav lawaz bûye

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Brîtanyayê, rapora dawî ya îstixbarata derbarê şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê de weşand.

Li gorî rapora ku di roja 68emîn a êrîşên Rûsya yên dagirkirina Ukraynayê de hatiye belavkirin, artêşa Rûsyayê di şer de bi awayekî berçav lawaz bûye.

Di daxuyaniya wezareta Brîtanî de hatiye gotin: “Budçeya berevaniyê ya Rûsyayê di navbera salên 2005-2018 de, derketiya du qatan. Sala 2008an bernameyeke berfireh a modernîzasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Lê belê modernîzekirina alavên leşkerî jî bi awayê fizîkî rê neda Rûsyayê ku li Ukraynayê serdestiya hêzê bixe jêr kontrola xwe.”

Herwiha hat diyarkirin ku ji ber xetayên stratejîk û serneketina planên operasyonê artêşa Rûsyayê bi awayekî berçav li hember Ukraynayê lawaz bûye.

Di dawîyê de jî hatiye destnîşankirin ku wê dorpêçên ser Rûsyayê jî rê nedin bikaribe hêza xwe ya konvansiyonel ji nû ve saz bike û wê bandorên mayînde li ser kapasîteya wê ya leşkerî çêbibin.