Rapora Le Beck: Tirkiye, Misir û Îsraîl welatên herî bi xeter in
PeyamaKurd – Kompaniya Le Beck a Şêwirmendiyê raporek bi mijara ‘Bandora Koronavîrusê li Rojhilata Navîn’ belav kir ku tê de dibêje, Tirkiyê bi kêmkirina bergiriyên li dijî vîrusa koronayê re ‘hesteke sexte ya baweriyê’ çêkiriye û li dijî coronavirusê bi sivikatî tevdigere.
Li gorî rapora Le Beck welatên Tirkiye, Misir û Îsraîl di belavbûn û metirsiya vîrusa koronayê de welatên herî bi xeter in.
Le Beck di rapora xwe ya 54 rûpelan de balê dikişîne ser ku li gorî amarên dawî Tirkiye di pileya bilind a xeterîyê de ye, welatên Qetar û Erebistana Siûdî jî di pileyên navîn ên xeteriya vîrusa koronayê de ne.
Di raporê de tê gotin ku di birêvebirina krîzê de bi rêbaza kêmkirina bergiriyan, baweriyeke sexte pêk aniye ku xwe ji bergiriyên wekî yên Koreya Başûr direvîne daku aboriya xwe di hevsengiyê de bihêle.
Herwiha heman rapor piştrast dike ku Tirkiye di kapasîteya testan û textên nexweşxaneyan de li Rojhilata Navîn di rêza serî de ye.
Li gorî amarên dawî li Tirkiyê hejmara tûşbûyên Covid-19 gihîştiye 23,934 kesan û ji 11ê Adar heta 4ê Nîsanê jî 501 kesan can daye.
Li Tirkiyê derketina derve ya kesên temenê wan bi ser 65 saliyê û bin 20 saliyê re hatiye qedexekirin û 31 bajaran jî qedexeya çûnûhatinê herî dawî hatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin