Rapora NY: Rewsa Sûriyê car din ber bi ser û pevçûnên dijwar ve diçe

14 September 2022 21:22 0 dîtin
Rapora NY: Rewsa Sûriyê car din ber bi ser û pevçûnên dijwar ve diçe

PeyamaKurd – Di civîna 51emîn a Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, rapora Komîsyona Serbixwe ya Lêkolînên Sûriyê ya Navdewletî hate eşkere kirin.

Di rapora ku rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatiye nirxandin de, tê gotin ku xelkê sivîl dibin hedefa hêzên rejîma Beşar Esed û Rûsya jî piştevaniya xwe bi awayekî çalak bo êrîşên asmanî yên ser sivîlan de didomîne.

Binpêkirinên li herêmên kontrola rejîmê di raporê de hatine eşkere kirin û hatiye diyarkirin ku li navendên girtinê tawanên dijî mirovahiyê hatine kirin. Hatiye diyarkirin ku hîn jî çarenivîsa bi deh hezaran girtiyên di destê hêzên rejîmê de nayê zanîn û li malbat jî rûbirûyî kiryarên xirab dibin.

Di raporê de behsa rewşa xirab a ewlekariya Kampa Holê ya li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê jî hatiye kirin ku tê gotin, ji serê 31ê Tebaxa îsal ve 34 sivîl di kampê de hatine kuştin.

Herwiha hatiye destnêşankirin ku niha ji nû ve Sûriye rûbirûyî zêdebûna şer û tundiyê bûye. Serokê Komîsyona Lêkolînê Sérgio Pinheiro jî gotiye: “Heger li Sûriyê ji nû ve şer û pevçûnên dijwar rû bidin nikare ji heq derkeve û niha dibe ku rewş ber bi wê de diçe.”