Rapora NY: Talîbanê dest bi nêçîra mirovan kiriye!
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî ku Talîbanê dest danî ser rêveberiya Afganistanê raporek amade kir ku tê de destnîşan kir, Talîbanê dest bi nêçîra kesên muxalîf kiriye û înfazan jî pêk tîne.
Di rapora NY ya ji aliyê navenda RHIPTO ya Norwêcê hatiye amadekirin de, tê gotin ku Talîbanê derî bi derî li malan digere û dest bi nêçîra mirovan kiriye ku ev gefeke gelekî zelal e.
Rêvebera RHIPTOyê Christian Nelleman di raporê de balê dikişîne ser ku metirsî heye înfazên bi komî li Afganistanê pêk werin û xem û fikarên xwe di vê derbarê de anîne ziman.
Li aliyê din rojnameya Daily Mail ligel dîmenan belav kiriye ku Talîbanê li eyaleta Badgis derdora herêma Heratê şefê polîsan desteser kiriye û piştre jî ew li ber çavê xelkê bi guleyan înfaz kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Talîbanê piştî ku 15ê Tebaxê Kabul xist kontrola xwe, ragihandibû ku wan ji bo her kesî lêborîna giştî ragihandiye û dikarin jiyana xwe ya asayî û karê xwe berdewam bikin.
Lê belê piştî biryara efûyê jî dîmen û nûçeyên înfaz û girtinên muxalîfan bi destê çekdarên Talîbanê têne belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin