Rapora NY: Talîbanê zêdetirî 100 rayedarên hikûmeta berê kust!
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê Tevgera Talîban a Afganistanê ku dest daniye ser desthilatdariyê de, raporeke girîng a binpêkirinan belav kir.
Di rapora NY de tê gotin ku Talîban û hevpeymanên wê piştî vekişîna hêzên Amerîka û hêzên din yên biyanî, zêdetirî 100 karmend û rayedarên hikûmeta berê kuştine.
NYyê di raporê de destnîşan kiriye ku hîn jî tevî ragihandina lêborîna giştî bûyerên revandin, înfaz û binpêkariyan ji çavkaniyên ewle tên.
Herwiha di raporê de hatiye gotin ku Talîbanê herî kêm 50 kesên gumanbarên endamtiya rêxistina DAIŞ-Xorasanê jî bêyî darizandin înfaz kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin