Rapora Sopandina Mirinê ya IPI: di sala 2021an de 45 rojnameger hatine kustin
PeyamaKurd – Rapora “Şopandina Mirinê” ya Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî(IPI) ku tê de kuştina rojnamegeran lêdikole, weşand.
Li gorî raporê, di sala 2021an de 45 rojnameger hatine kuştin. Ji wan 40 mêr, 5 rojnamegerên jin bûne.
28 kes ji ber xebatên xwe bûne hedef, 3 dema nûçeya şer çêkirine, 2 dema nûçeya protestoyan çêdike û 2 jî li ser wezifeyê tên kuştin. Lêpirsîna kuştina 11 rojnamegeran, hîn bi encam nebûye.
IPIyê eşkere kiriye ku ewlekariya rojnamegeran pirsgirêkeke kûrewî ye. Li gor lêkolîna Enstîtûyê, li Afrîkayê 9, Meksîkayê 7, li Afganistan û Hindistanê 6, Azerbaycan 2, Tirkiye 1, Yûnanistan 1 û li Holandayê jî 1 hatine kuştin.
Di raporê de hatiye destnîşankirin, ji 28 rojnamegerên hatine kuştin polîsên herêmî bi tenê ji wan gumanbarê 6an zeft kirine.
Li gorî IPIyê, hin rojnameger beriya ku bên kuştin, gef li wan hatine xwarin. IPIyê weke mînak 3 rojnamegerên jin ên bi navê Shannaz Roafi, Sadia Sadat û Mursal Wahidî ku li bajarê Nangarhara Afganistanê hatibûn kuştin nîşan daye.
Li gorî rapora Enstîtûyê, di sala 2011an de li tevahiya cîhanê 102 rojnameger hatibûn kuştin, ev hejmar di sala 2016an de bûbû 120.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin