Rapora USCIRF: Herêma Kurdistanê ji bo pêkhateyên olî cihekî aram e

22 April 2021 16:59 0 dîtin
Rapora USCIRF: Herêma Kurdistanê ji bo pêkhateyên olî cihekî aram e

PeyamaKurd - Komisyona Navdewletî ya Azadiya Olî ya girêdayî Hikûmeta Amerîkayê (USCIRF) ku endamên wê ji herdu partiyên Demokrat û Komariyan pêk tê, rapora xwe ya salane belav kir.

 Di beşa raporê ya li ser Herêma Kurdistanê de hatiye gotin, rewşa pêkhateyên olî aram e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya Wezareta Ewqafê kar li ser çespandina mafên pêkhateyan dike, ligel wê jî Herêma Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin ji koçberên Êzidî, Xirîstiyanî, Tirkmen û Şebek kiriye.

Komîsyonê derbarê rewşa Şingalê de diyar kiriye: “Rêkeftina Şingalê ji bo parastina pêkhateyên olî yên navçeyê, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatiye îmzekirin, lê niha pêkhate li Şingal û Deşta Neynewayê de rûbirûyî metirsiyên mezin dibin û ji ber metirsiyên derketina DAIŞê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve, derfeta vegera wan li ser cih û warên xwe nîne.”

Di raporê de hatiye destnîşankirin: “Heşda Şeibî di sala 2020an de binpêkirinên mezin li hember pêkhateyên olî li parêzgeha Neynewayê kirine.”

USCIRFê herwiha ji bo asayîkirina rewşê, çendîn rasperde pêşkeşî Hikûmeta Amerîka kirine, ji nava wan jî, cibicîkirina madeya 140 û rêkeftina Şingalê û cezakirina serkirdeyên Heşda Şeibî jî heye.