Rawestandina gestên esmanî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hat dirêjkirin

22 June 2020 09:30 0 dîtin
Rawestandina gestên esmanî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Ji aliyê Wezareta Veguhestin û Gîhandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê rawestina geştên esmanî de hat dayîn. Li gor vê daxuyaniyê, rawestandina geştên esmanî dê berdewam bike.

Di daxuyaniyê de Wezaretê destnîşan kir ku, Desthilata Balefirvaniya Sivîl a Iraqê pişt bi rênmayiyên Lijneya Bilind a Selametî û Tenduristiya Niştimaniya Iraqê girêdide û biryar daye ku, rawestandina geştên esmanî, heta roja 01.07.2020an dirêj bike.

Ev biryar ji bo geştên navxweyî û derveyî Iraqê û herêma Kurdistanê jî derbas dibe.