Rayedarên Amerîkî: Hizbullah 20 salan bi pas ket

24 September 2024 18:22 0 dîtin
Rayedarên Amerîkî: Hizbullah 20 salan bi pas ket

PeyamaKurd – Rayedarên Amerîkî li ser kuştina hejmarek zêde fermandarên pilebilindên Hizbullaha Lubnanê û êrîşên asmanî yên Îsraîlê ji CNNê re dane xuyakirin ku Hizbullah bi awayekî berçav lawaz bûye û 20 salan bi paş ketiye.

Rayedarekî Amerîkî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, li ser derbên ku Îsraîlê li Hizbullahê dane gotiye, “Muhtemel e ku 20 salan bi paş ve ketin”.

Li aliyê din Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant jî şeva borî ragihandibû ku wan bi dehan hezar roketên Hizbullahê îmha kirine.

Rayedarên Îsraîlî jî ji medya Îsraîlê re dane xuyakirin, di encama êrîşan de ji sedî 50yê hêza moşekî ya Hizbullahê hatine tunekirin.

Rayedaran diyar kiriye, xaniyên kiribûn depoyên cebilxaneyan, moşekên seyrê, roketên giran ên dûravêj û navîn û herwiha navgînên hewayî di êrîşan de hatine ruxandin.