Rayedarekî payebilind ê DYA îstifa kir
PeyamaKurd – Andrew Miller ku di Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî de ji bo karûbarên Îsraîlî-Filistînê alîkar bû, îstifa kir.
Li gorî nûçeya rojnameya Washington Postê, efserê payebilind Miller ji hevkarên xwe re ragihandiye ku ji ber ku 8 meh e malbata xwe pir kêm dîtiye ew dev ji karê xwe berdide.
Miller diyar kir ku êrîşên ku li Xezzeyê didomin her tişt westandiye û eger ne ji ber sedemên malbatî bûna, ew tercîh dike ku li ser karê xwe bimîne û bi rêvebiriya ku bi polîtîkayên Xezzeyê re ne razî ye têkoşîna xwe bidomîne.
Hat diyarkirin ku Miller ev demeke dirêj e piştgirê mafên Filistîniyan e û nêzîkatiya Biden a ku wek "hembêza hirçê" ya li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê ku 8 meh in dewam dike, bi nav kir, rexne kir.
Îstîfaya Miller bal kişand ser îstifakirina rayedarekî payebilind ê ku di rêveberiya Biden de di polîtîkaya Îsraîl-Filîstînê de cih digire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin