Îranê bi îdiaya sîxûrtiya Amerîka cezayê îdamê da rayedarekî payebilind
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Îranê bi îdiaya ku di Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) de sîxûrtî li ser navê Amerîkayê li Îranê kiriye, cezayê îdamê da karbidestekî berê yê Îranê ku navê wî nehatiye eşkerekirin.
Çavkaniyên medyayî li ser wî kesê rayedarê payebilind ê Îranê ku bi îdamê hatiye sizadan û navê wî nehatiye eşkerekirin radigihînin, ew kes wezîrê berê yê berevaniya Îranê ye.
Li gorî medya Îranê jî Berdevkê Erka Darazê ya Îranê Xulam Huseyîn Îsmaîl, di civîneke rojnamevanî ya li Tehran3e de ragihandiye, "Li kesekî li ser navê Amerîkayê karê sîxûrtiyê kiriye sizayê îdamê hatiye sepandin.”
Herwiha Îsmaîl daye xuyakirin ku ji bo welatiyên bi navê Alî Nefriye, Muhammed Babapur û Emir Neseb jî bi îdiayê sîxûrtiya Amerîkayê û Brîtanyayê kirine, 10 sal cezayê girtîgehê û 55 hezar dolar cezayê pere hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin