Rayedarên Amerîka û NATOyê, li ser Rusyayê axivîn
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê hat ragihandin, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê û Sekreterê Giştî yê NATOyê, li ser hevdîtinên dîplomatîk ên ligel Rusyayê axivîne.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser îdiayên Rusyayê yên ku dê Ukrayna li ser axên xwe li dijî Rusyayê bombeya qirêj bi kar bîne û li ser hevdîtinên dîplomatîk ên ligel Rusyayê axivîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtin li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê hatiye kirin û hat gotin ku
“Di hevdîtinê de li ser dan û stendinên dîplomatîk ên dawî yên ku bi Rusyayê re hatine kirin, hatine nirxandin û li ser îdiaya Rusyayê ya ‘Ukrayna dê li ser axên xwe li dijî Rusyayê bombeya qirêj bi kar bîne’ axivîne û hatiye diyarkirin ku divê Rusya asta vê hêrsê daxîne.
Herdu rêber jî li ser girîngiya berevaniyeke bihêz a jêger û dewamî li hev kirine.”
Her wiha hat diyarkirin ku Austin ji Sekreterê Giştî yên NATOyê re tekez kiriye ku ew ê Amerîka bi tifaqê re girêdayî bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin