Recep Tayîp Erdogan serdana Erebistana Siûdiyê dike
PeyamaKurd-Serokatiya Pêwendiyan a ser bi Serokatiya Komara Tirkiyeyê ve ragihand ku Erdogan îro serdana Erebîstana Siûdiyê dike. Hat ragihandin ku serdan li ser vexwendina Şah Selman Ebdulezîz çêdibe û hevdîtin dê li ser pêwendiyên navbera Riyad û Enqereyê bên kirin.
Li gorî agahiyên ji Serokatiya Pêwendiyan a girêdayiyê Serokomariya Tirkiyeyê hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, îro serdana Erebistana Siûdiyê dike û ligel Şah Selman dicive. Hat zanîn ku dê Erdogan çend hevdîtinên din jî ligel rayedarên Siûdiyê bike.
Piştî kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi ya li Konsulxaneya Stenbolê, 4 sal in ku cara yekemîn Erdogan serdana Erebîstana Siûdiyê dike. Piştî sala 2019an, Erebistana Siûdiyê sînordarkirinên li ser dibistanên Tirk û kelûpelên Tirkiyeyê zêde kiribûn, tê payîn ku di civînan de ev mijar jî bên nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin