Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan gef li HDP xwar

16 February 2019 18:46 0 dîtin
Serokomarê  Tirkîyê  Recep Tayîp Erdogan gef li HDP xwar

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji televîzyonên Tirkiyê re axivî û got: Ew bi ti awayî rê nadin şaredariyên ku pêwendiyên wan bi PKKê re hene. Ger pêwendiya şaredaran bi PKKê re hebe, ewê careke din qeyûman deynin şûna wan.

Di encama hilbijartinên sala 2014an de Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) 106 şaredarî bidest xistibûn, lê hikûmeta Tirkiyê dest danîbû ser 94 şaredariyan û li şûna şaredarên DBPê qeyûm danîbûn.