Reîsî: Agirê wan bombeyan, dê Siyonîstan bisewitîne!
PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser êrîşa Îsraîlê ku duh biribû ser nexweşxaneya li Xezayê, peyamek belav kir û ragihand ku ew ê li hember vê êrîşê bêdeng nemînin.
Îbrahîm Reîsî, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re li ser vê êrîşa navborî ku di raya giştî ya cîhanê de bû sedema bertekên tund, peyamek parve kir û got ku
“Agirê wan bombeyên ku bişev bi ser sivîlên bêsûc ên ku li nexweşxenaya li Xezayê dihatin dermankirin bariya, dê di demeke nêzîk de Siyonîstan bipêçe.”
Reîsî ragihand ku roja çarşemê li Îranê şîna giştî hatiye ragihandin û got ku “Tu mirovê azad nikare li hember vî sûcê şer bêdeng bimîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin