Reîsî û Selman cara yekem rîbirû civiyan
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Welîehd Prensê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman piştî asayîkirina pêwendiyên herdu welatan, cara yekem rûbirû civiyan.
Serokomariya Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Îbrahîm Reîsî di çarçoveya beşdariya Lûtkeya Xezeyê ya Yekîtiya Ereb û Teşkîlata Hevkariya Îslamê de, li Riyadê bi Welîehd Prensê Siûdî Muhammed bin Selman re rûbirû hevdîtin kiriye.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, Selman û Reîsî, mijarên pêwendiyên dualî û pêşxistina hevkariya herêmî gotûbêj kirine.
Hevdîtina asta serokan a navbera Selman û Reîsî piştî 11 salan pêk tê ku di meha Adara îsal de têkiliyên herdu welatan bi navbeynkariya Çînê hatibûn asayîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin