Rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê îro tê îmze kirin
PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê serdana Bexdayê dike û biryar e rêkeftina dawî ya di navbera Bexda û Hewlêr de jî were îmzekirin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji medya Kurdistanê re ragihand ku piştî destjikarberdana Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî civînên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo gotûbêjkirina budceya 2020an a Iraqê dê berdewam bin û ti astengiyek çênabe.
Faris Îsa li ser serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Bexdayê got, di dema encamdana serdana wê şandê de ti guhertinek pêk nehatiye û îro Yekşemê (01.12.2019) şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û rêkeftina dawî ya di navbera Bexda û Hewlêr de îmze dikin.
Hat zanîn ku dê civîna îmzekirina wê rêkeftinê bi serokatiya Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Hisên birêve biçe.
Li gorî zanyariyan, hikûmeta Iraqê gotûbêjan derbarê %14 heya %15 ya beşa Herêma Kurdistanê di bûdceya sala 2020an a Iraqê de dike, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza %17 ya bûdceya federalî dike.
Li gor rêkeftina di navbera herdu aliyan de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye ku rojane 250 hezar bermîlên petrolê bi rêya kompaniya Somo ya Iraqî hinarde bike, lê ev rêkeftin dahata deriyên sînorî li xwe nagire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin