Rekora nefta Brent! Bihayê bermîlê çend dolar bilind bû?
PeyamaKurd – Bihaya bermîla nefta Brent geheşt 88,92 dolarî bo her bermîlekê, ku ev asta herî bilind e ji Mijdara sala borî ve, di nav fikaran de ku Erebistana Siûdî û Rûsya dê di meha Cotmehê de kêmkirina dabînkirinê bidomînin.
Bihayê bermîla petrola Brent ku roja înê ya heftiya borî bi 84,48 dolarî hat girtin, li gorî hefteya borî ji sedî 5,2 zêde bû û îro bi 88,92 dolarî bi dawî bû. Bi vî awayî nirxê bermîla petrola Brent asta herî bilind ji Mijdara sala borî ve dîtiye.
Li aliyê din bermîla nefta xav a cureya Teksasa Rojava li gorî girtina hefteya borî ji sedî 7,7 zêde bû û hefte bi 86,05 dolarî bi dawî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin