Reuters: Amerîkayê destûr da wan welatan ku çekan bisînin Ukraynayê
PeyamaKurd - Ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihan ku Amerîkayê destûr da welatên Lîtvanya, Lativiya û Estonya ku moşekên Amerîkî û çekên din ji Ukraynayê re bişînin.
Li gorî çavkaniyên Reutersê, Estonya dê moşekên dijetankan Javelin û Lîtvanya jî moşekên Stinger ji Ukraynayê re bişînin.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîka Joe Biden di meha Kanûnê de biryara şandina 200 milyon dolaran wek alîkariya ewlehiyê ji bo Ukraynayê pesend kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin