Reuters: Artêsa Tirkiyê seha di kontrola Amerîka û Rûsya de bikaranî

23 November 2022 00:09 0 dîtin
Reuters: Artêsa Tirkiyê seha di kontrola Amerîka û Rûsya de bikaranî

PeyamaKurd – Ji Ankara rêvebirekî ewlehiya Tirkiyê ji bo ajansa Reutersê ragihandiye ku di dema êrîşên hewayî de yên ser Rojava de, artêşa Tirkiyê seha hewayî ya di bin kontrola Amerîka û Rûsya de bikaraniye. Rêvebirê Ankarayê ji bo ajansê weha gotiye:

“Balafirên Tirkiyê seha hewayî ya di bin kontrola Amerîka û Rûsya de bikaranîn. Bi her dû welatan re koordinasyon hat kirin.”

Ji muxalifên Sûriyê jî albayê bi navê Abdulcabar Aqaîdî weha gotiye:

“Tirk, di ser seha hewayî ya Sûriyê de ku kontrola sehayê Amerîka û Rûsya dike, bi wan re bi koordîne operasyon kirin.”

Çavkaniyekî ji Artêşa Azad ya Sûriyê ji bo ajansa Reutersê gotiye ku li hemberê firehkirina operasyonê amade bin, artêşa Tirkiyê îzna temamê zabitan betal kiriye, leşkerên li Sûriyêne, ji wan re ferman dane da ji ciyên xwe veneqetin, kesên di îznê de ne bila dagerin ser wezîfa xwe û amadekariya xwe derxin asta herî jor.