REUTERS | DAISê êrisî YPGê kir: Daxuyanîyên li hemberî hev

27 March 2019 13:53 0 dîtin
REUTERS | DAISê êrisî YPGê kir: Daxuyanîyên li hemberî hev

PeyamaKurd – Rêxistina terorî ya DAIŞê duhî sêşemê (26.03.2019) li Minbicê êrîşî hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kiribû.

Hat dîyarkirin ku di wê êrişê da 7 şervanên YPGê jîyana xwe ji dest dabûn. Meclisa Leşkerî ya Minbicê dîyar kiribû ku berpirsê vê êrişê şaneyê razayî yên DAIŞê ne.

Li gorî nûçeya Reutersê DAIŞê daxuyanî daye û destnîşan kiriye ku hêzên wan ew êrîş pêkanîye, “leşkerên xelîfetîya me êriş birin ser xala kontrola ya PKKê.” Û li gorî zanyarîyan li rojavayê Minbicê tivingên otomatîk hatin bikaranîn û di encamê da jî 9 kesan jîyana xwe ji dest da.

Berdevkê Konseya Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş jî derbarê mijarê da daxuyanîyek da û got, “Çênabe ji ber vê êrişê em alîyekî sûcdar bikin lê  teqez bi ragihandina serkeftina li dijî DAIŞê ra peywendîya wê yekê heye.

Ji alîyê din ve, alîyên ku DAIŞê ew têkbiribûn jî gefa li dijî rewşa aram a herêmê dixwin.”