Reuters: Dibe Talîban karê balafirgeha Kabîlê nede Tirkiyê-Qatarê lê bide Îmaratan

08 July 2022 23:15 0 dîtin
Reuters: Dibe Talîban karê balafirgeha Kabîlê nede Tirkiyê-Qatarê lê bide Îmaratan

PeyamaKurd – Li gor agahiyên ku ajansa Reutersê bidest xistiye; Talîban ji bo karê rêvebirina balafirgeha payîtexta Afxanistanê ya balafirgeha Kabîlê demeke dirêje ku bi Tirkiyê-Qatarê re diaxife lê Talîban plan dike ku kar û rêvebiriya balafirgehê bide Îmaratan.

Li gor kesên di derbarê hevdîtinên ji bo balafirgehê agahdarin, ji Reutersê re gotine Talîban gelek nêze ku kar û rêvebiriya balafirgeha Kabîlê û hin balafirgehên din bide Îmaratan. Eger bi şîrketa Îmaratan re peymanê îmze bikin, wê di nav çend hefeteyan de ragihînin.

Tekane rêya Afxanistanê bi dinyayê re rêyên hewayîne û eger balafirgeh baş bixebitin wê barê birs, ziwahî û îzalasyona Afxanistanê ya ji dinyayê sivik bike.