Ji aliyê Talîbanê ve xwendina derve ya xwendekarên keç hat qedexekirin
PeyamaKurd – Li Afganîstanê rêveberiya Talîbanê derketina derveyî welat li keçên ku dixwazin li derve bixwînin qedexe kir.
Rêveberiya Talîbanê ya li Afganîstanê qedexeyên li ser jinan didomîne.
Talîbana ku ketina lîse û zanîngehan li keçan qedexe dike, nahêle van xwendekaran jî ji bo xwendinê biçin derve.
Xwendekarên jin ên ku dixwazin bi bursên cûrbecûr ji Afganistanê derkevin, ji balafirgehan têne dûr kirin.
Talîban di qada giştî de jî astengiyan li ser jinan ferz dike.
Li herêma Bamiyan ketina Parka Netewî ya Band-e-Amirê ya jinan hat qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin