Ehmed: Hinek aliyên derveyî dewletê Iraqê dikisînin nav ser

24 November 2024 14:20 0 dîtin
Ehmed: Hinek aliyên derveyî dewletê Iraqê dikisînin nav ser

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, li ser êrîşên komên çekdar û gefên Îsraîlê ragihand ku nabe Iraq bibe cihê çareserkirina pirsgirêkên cîran û welatên dûr.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, wan li Iraq, Tirkiye û Îranê gotûbêj kirine ku nabe Iraq bibe cihê metirsiyê li ser cîran û welatên din.Hemû aliyan jî pêşwazî li van peyaman kirin.

Herwiha Rêber Ehmed got, hinek aliyên li derveyî çarçoveya dewleta Iraqê, reftaran dikin ku Iraqê bikişînin nav şer.