Sedir hisyarî da: Qedexe ye li derveyî dewletê çek bê bikaranîn

03 January 2021 14:17 0 dîtin
Sedir hisyarî da: Qedexe ye li derveyî dewletê çek bê bikaranîn

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sedir a Iraqê, Muqteda Sedir di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de, li ser medya civakî peyamek weşand û hişyarî da.

Sedir bi rêya twîtekê got: "Hin alî û hin dewlet dixwazin me derbasî gurbûna leşkerî û ewlehî ya li Iraqê bikin. Ez dibêjin ku qedexe ye ji derveyî çarçoveya dewletê çek were bikaranîn û qedexe ye ku tu şandeyên dîplomatîk kî dibe bila bibe, werin armanckirin."

Sedir di berdewamê de diyar kir: "Her kesê vê yekê bike, ferman û biryarên me bin pê dike, zirarê li xaka Iraq û gelê wê dike. Bi wê re hêzên şer û tarî sûdê digirin, da ku Iraqê bikişînin nava tevliheviyekê û bikin qada şer û nakokiyên herêmî û navdewletî".