Qedexeyeke din a jinan ji aliyê Talîbanê ve!

25 December 2022 12:03 0 dîtin
Qedexeyeke din a jinan ji aliyê Talîbanê ve!

PeyamaKurd Piştî qedexekirina jinan li zanîngehan, Talîbanê vê carê xebitandina karmendên jin li rêxistinên sivîl (NGO) qedexe kir.

Talîbanê îstixdamkirina karmendên jin ji aliyê rêxistinên nehikûmî yên herêmî yan biyanî (NGO) yên ku li Afxanîstanê kar dikin heta daxuyaniyeke din rawestand.

Berdevkê Wezareta Aboriyê ya Hikûmeta Demî ya Talîbanê Abdurrahman Hebîb jî diyar kir, Wezaretê ev biryar ji hemû rêxistinên sivîl ên welêt re şandiye û divê ev biryar bê şopandin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat ragihandin, derbarê jinên ku di van saziyan de dixebitin de gelek gilî hatine kirin ku rêgezên "perdeyê" yên ku ji teref rêveberiya Talîbanê ve hatine destpêkirin "bi rêkûpêk nagirin".

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, lîsansa saziyên sivîl ên ku ji xebatkarên jin re neqedandine wê bên betalkirin.

Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Veguhêz a Talîbanê di 20ê Kanûna Paşiyê de ragihandibû, xwendina xwendekarên keç heta ragihandina duyemîn hatiye rawestandin, bi fermana ku wê ji hemû zanîngehên giştî û taybet ên Afxanîstanê re şandiye.