NYê, bang li Talîbanê kir ku qedexeyên li ser jinan rake

27 April 2023 15:30 0 dîtin
NYê, bang li Talîbanê kir ku qedexeyên li ser jinan rake

PeyamaKurd- Li gorî pêşnûmeya biryarnameya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku tê çaverêkirin îro li Encumena Ewlekariyê were dengdan, hat diyarkirin ku di vê pêşnûmeyê de bang li Talîbanê hatiye kirin ku qedexeyên li ser jinan rakin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî, ji rêveberiya Talîbanê ya li Afxanîstanê xwest ku bi lez û bez qedexeyên tund ên li ser jinan paşve bikişîne û van qedexeyên heyî jî şermezar kir.

Rêveberiya Talîbanê, ji Kanûna 2022yan û bi vir ve ye li dibistanên navîn û amadeyî û li zanîngehan ji bo perwerdehiya jinan astengî derxistin û di heman mehê de îstîhdama jinên Afxanî di saziyên sivîl ên herêmî û biyanî de jî rawestandibû.

Ji bilî vê, Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Afxanistanê (UNAMA) ragihand ku xebatkarên jin ên Afxan ên Neteweyên Yekbûyî yên li parêzgeha Nangarhar a Afxanîstanê, ji çûna ser kar hatine astengkirin.