Talîbanê ezmûna îro ya zanîngehê li jinan qedexe kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Talîban a Afganistanê, qedexe û dûrxistina jinan ji nav perwerdehî û jiyana civakî berdewam dike.
Piştî ku perwerdehîya bilind li jinan hat qedexekirin, ketina ezmûna zanîngehan a îro Yekşemê ku berê serlêdan kiribûn li wan hat qedexekirin.
Berdevkê Talîbanê yê Wezareta Perwerdeya Bilind Zîyaullah Haşimî ragihandiye ku êdî wê jin nikaribin bikevin ezmûnên zanîngehan û nameyên ku li wan hatiye qedexekirin ji wan re hatine şandin.
Talîbanê bi hinceta ku jin û mêr li gel hev perwerdeyê dibînin û ne îslamî ye zanîngeh li jinan qedexe kiribû. Herwiha bi awayê demkî dibistanên navîn jî li zarokên keç hatibûn qedexekirin.
Ezmûnên zanîngehan li Afganistanê îro 29ê Çileyê têne kirin ku wê keç û jinên berî niha serî lê dabûn nikarin bikevin wê ezmûnê.
Beriya qedexeyê li zanîngehên Afganistanê ji 200 hezar xwendekaran, 60-70 hezarên wan jin bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin