Talîbanê, ji bo jinan qedexeyeke civakî ragihand

10 November 2022 16:30 0 dîtin
Talîbanê, ji bo jinan qedexeyeke civakî ragihand

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya AFPê, rêveberiya Talîbanê ya li Efxanîstanê, ji bo jinan qedexeyeke nû ragihandiye. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku ev qedexe, li ser jiyana civakî hatiye danîn.

Di daxuyaniya rayedarên Talîbanê de hat ragihandin ku heta niha li paytexta Efxanîstanê ya Talîbanê, di rojên ku jin û mêr cuda biçin de destûr hebû jin derkevin park û lunaparkan lê li gorî vê biryarê, êdî çûndina van deveran a ji bo jinan, bi temamî hatiye qedexekirin.

Di hûrgiliyên daxuyaniya ku bi rêya Wezareta Fermankirina Qenciyê û Parastina ji Kirêtiyê ya Talîbanê ve hatiye dayîn de tê gotin ku şert hatine binpêkirin.

Her wiha li gorî hinceta hat pêşkêşkirin, “Jin û mêr ligel hev bûne û rewşên ku jinan serên xwe nepêçaye çêbûne.”