Reuters: Hinardeya petrola Kerkûkê bo bazara cîhanê dest pê kir
PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan Reutersê ragihand, hinardekirina petrola Kerkûkê ku ev salek e rawestiyabû ji nû ve destpê kir.
Ajansê bi zarê hin çavkaniyan diyar kir, îxrackirina petrola Kerkûkê ku ev demeke bûbû sedema neliheviya Bexda û Hewlêrê ji nû ve dest pê kiriye. Li gor nûçeyê destpêkê rojane dê 50-60 hezar bermil were hinardekirin ku beriya niha rojane digihîşt 300 hezar bermîlan.
Beriya nûçeya Reutersê, Balyozxaneya Brîtanyayê ya Hewlêrê li ser hesabê twîterê daxwaza lihevkirina li ser hinardekirina petrola Kerkûkê ji rêveberîyên Bexda û Hewlêrê kiribû.
Li ser vê daxuyaniyê Sekreterê Desteya Wezîran Armanc Rehîm jî bersiv dabû gotibû, dê Hewlêr û Bexda li nêzîk li ser îxrackirina petrola Kerkûkê li hev bikin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî pêr di dabû xuyakirin ku dê pirsgirêkên li ser firotina petrola Kerkûkê di demeke nêzî de werin çareserkirin.
Petrola Kerkûkê ji 16ê Cotmeha 2017an ve ku bi hevkariya grûbeke xiyanetkarên Kurd Kerkûk radestî Iraqê û Heşda Şeibî hatibû kirin, dernakeve bazara cîhanê.
Petrola Kerkûkê tenê bi ser Îranê de bi qaçaxî dihat hinardekirin ku piştî ambargoya Amerîkayê ya ser Îranê ew jî betal dibe. Hêjayî gotinê ye, petrola Kerkûkê bi ser xeta boriyê ya Ceyhan a Kurdistan û Tirkiyê de derdikeve bazara cîhanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin