Reuters | Bexda û Hewlêr dicivin: Hinartina Petrola Kerkûkê tê zêdekirin

25 April 2019 16:46 0 dîtin
Reuters | Bexda û Hewlêr dicivin: Hinartina Petrola Kerkûkê tê zêdekirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê li demeke nêzîk hikûmetên Iraq û herêma Kurdistanê li ser hinartina petrola Kurdistanê li hev bicivin.

Wezîrê Petrola Iraqê Samir Xezban ji Reutersê re da xuyakirin, ew dê di demek nêzîk de bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicivin.

Xezban da zanîn, mijara civîn û hevdîtinên Bexda û Hewlêrê hinartina petrola Kurdistanê û dahata bûdceya ji firotina petrola Kurdistanê ye.

Wezîrê Petrola Iraqê got ku em dixwazin rêjeya derxistina petrola Kerkûkê %50 zêde bikin.