Bexda û Hewlêr îro li ser hemû arîseyan dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê şandeke bilind a Bexdayê îro 28ê Nîsanê li Hewlêrê bi serkirdayetiya herêma Kurdistanê re bicive.
Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Dr. Beşîr Hedad ji medya Kurdistanê re ragihand, biryare îro şandeke Bexdayê ku ji hijmarek wezîrên hikumeta Îraqê pêk hatîye, serdana Hewlêrê dike û bi serkirdatîya Herêma Kurdistanê re dicive.
Hat diyarkirin armanca serdanê, çareserkirina hemû arîşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ne.
Cêgirê serokê perlemana Iraqê, da xuyakirin, şanda Bexdayê ji wezîrên Plandanan, Pîşesazî, Bazirganî, rewşenbîrî û çend wezîrên din pêk tê. Herwiha ji bilî van wezîran her yek ji parêzgarê Banka Navendî û serokê Desteya Weberhênana Iraqê û hejmarek berpirsên din jî hene.
Beşîr Hedad bal kişand ser ku ev wezîr ligel hevtayên xwe yên Herêma Kurdistanê dê bicivin. Ev jî ji bo hevahengî û ji hevtêgeiştina zêdetir e bi armanca çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin