Kazimî ji bo rêkeftina Bexda-Hewlêrê bangewazî li hemû aliyan kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî serdana Papa Francis gotarek pêşkeş kir û tê de bang li hemû aliyên siyasî, mezhebî û pêkhateyên Iraqê kir li dor civîneke niştîmanî bicivin.
Kazimî herwiha li ser danûstandinên Hewlêr û Bexdayê yên budceya 2021ê jî ragihand, daxwaza berdewamkirina guftûgoyan dikim ji bo rêkeftina Iraq û Herêma Kurdistanê.
Kazimî got: “Ez bang li hemû aliyan dikim ji bo 'gotûbêjeke niştimanî' li ser asta fermî, da ku em rêkeftina dawî di navbera herdu hikûmetên federal û Herêmê de bikin, ji bo kêşe werin çaresekirin.”
Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser serdana Papa ya dîrokî û diyar kir ku ew serdan xaleke girîng a raxistina ber çavan a nirxên me yên aştî û dadweriyê bû.
Kazimî ji hemû alî û pêkhateyan daxwaz kir di çarçoveya peyamên Papa yên biratiyê de hemû kêşeyên xwe çareser bikin û Iraqeke bihêz pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin