Reuters: Ji Îraniyan hate xwestin ku ji bo Îbrahîm Reîsî nimêj bikin
PeyamaKurd - Reutersê ji devê rayedarekî Îranê ragihand ku piştî ketina yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, jiyana Serokkomar, Wezîrê Derve yê Îranê û Parêzgarê Parêzgeha Azerbaycana Rojhelat a Îranê di metirsiyê de ye.
Reutersê da zanîn ku Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Îranê (IRNA) ragihandiye ku mija zêde a li herêma ku helîkopter lê ketiye, hewldanên rizgarkirinê asteng dike.
Reutersê her wiha diyar kir ku Ajansa Nûçeyan a Farsê jî ji Îraniyan xwestiye ku nimêj bikin.
Televîzyona dewletê ya rejîma Îranê angaşt ku helîkoptera Serokomar Reîsî jî tê de bûye, ji ber mija zêde, ji bêçarî hatiye daxistin. Ajansa Tasmînê jî wêneyên ku Reîsî ji helîkopterê daketiye parve kir, lê belê derkete holê ku ew wêne ne wêneyên ketina helîkopterê, wêneyên 2 sal berê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin