CENTCOM: Serkirdeyê DAISê Muhemmed Îbrahîm Cenabî hate kustin
PeyamaKurd - Fermandariya Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hêzên DYAyê li Sûriyeyê, Serkirdeyekî mezin ê DAIŞê Ûsame Cemal Muhemmed Îbrahîm Cenabî kuştiye.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Di 16ê Mijdarê de li Sûriyeyê serkirdeyê payebilind ê DAIŞê Ûsame Cemal Muhemmed Îbrahîm Cenabî, di hêrişeke asmanî de hate kuştin. Kuştina Ûsame Cemal Muhemmed Îbrahîm Cenabî, wê şiyana DAIŞê ya gihandina çavkaniyên pêwîst ên ji bo pêkanîna çalakiyên terorîstî sînordar bike."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ti nîşaneyên ku di hêrişa asmanî de sivîlan ziyan dîtiye tune ne.
CENTCOMê di daxuyaniyê de da zanîn ku wê tekoşîna li dijî DAIŞê ya bi hevkarên herêmê re bidome û ev tekoşîn wê hêza DAIŞê ya pêkanîna hêrişên terorîstî têkbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin