Reuters: Rûsyayê berîya hilbijartinan deynê gazê yê Tirkiyê bipas xist
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê bi zarê çavkaniyan ragihand ku Rûsyayê beriya hilbijartinên 14ê Gulanê ku 4 roj jê re mane, fatoreya deynê Tirkiyeyê yê gaza sirûştî bipaş xistiye.
Li gorî nûçeyê 600 milyon dolar deynê gazê yê Tirkiyeyê bo sala 2024an hatiye paşxistin û di çarçoveya peymana hatiye girêdan de, dibe ku dayîna deynê bi qasî 3-4 milyar dolaran jî bo sala 2024an were paşxistin.
Çavkaniya ku ji Reutersê re axiviye gotiye, "Bi awayekî fermî 600 milyon dolar deynê gazê bo sala bê hat paşxistin. Di vê bandora zêdebûna bihayên enerjiyê gelekî zêde bû.”
Beriya niha Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Fatîh Donmez ragihandibû ku ji bo paşxistina deynên gazê Enqere û Moskowê li hev kirine.
Li gorî çavkaniyan, niha hewl tê dayîn ku bi qasî 3-4 milyar dolar deynê din jî bo sala 2024an were paşxistin ku ger opozîsyon di hilbijartinan bi ser bikeve dê hikûmeta nû ya Tirkiyeyê bikeve bin barê wan deynan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin