Rêveberê Koç û Koçberan yê li Duhokê: Zêdetirî 10 hezar awareyên Singalê gihîstin Duhokê

07 May 2022 11:05 0 dîtin
Rêveberê Koç û Koçberan yê li Duhokê: Zêdetirî 10 hezar awareyên Singalê gihîstin Duhokê

PeyamaKurd – Rêveberê Koç û Koçberan yê li Duhokê Pîr Deyan Cehfer Hemo di derbarê awareyên dawî yên Şingalê de axivî û diyar kir, ji ber şerê navbera artêşa Iraqê û çekdarên PKKê, xelkê Şingalê careke din awareyî Herêma Kurdistanê bûn û zêdetirî 10 hezar kes gihîştin parêzgeha Duhokê.

Pîr Deyan Cehfer Hemo eşkere kiriye, ji ber şerê van çend rojên borî yê li Şingalê, pêleke nû ya awarebûna ji Şingalê ber bi Herêma Kurdistanê serî hildaye û heta niha 10 hezar û 261 kes gihîştine parêzgeha Duhokê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hefteya borî artêşa Iraqê hêzeke mezin şand Şingalê ji bo rûbirûbûna çekdarên PKKê yên li navçeyê, ji ber vê yekê jî xelkê Şingalê careke din aware bûn û berê xwe dan Herêma Kurdistanê, bi taybetî tên parêzgeha Duhokê û dixwazin jiyana wan parastî be.