Rêveberê Komela Îslamî: Em dixwazin têkiliyên xwe li gel PDKê asayî bikin!

10 September 2019 13:58 0 dîtin
Rêveberê Komela Îslamî: Em dixwazin têkiliyên xwe li gel PDKê asayî bikin!

PeyamaKurd - Rêveberê Komela Îslamiya Kurdistanê Mihemed Bamokî ragihand ku, ew dixwazin têkiliyênxwe li gel PDKê asayî bikin û daxwaz kir vê derbarê de PDK alîkarê wan be.

Endamê Encûmena siyasî ya Komela Îslamiya Kurdistanê (Komela) Mihemed Bamokî ji BasNewsê re ragihand, civîna Emîrê Komel Elî Bapîr li gel Serok Barzanî bo asayî kirina peyvendiyan pêkhatiye.

Herwiha diyar kir, asayî kirina peyvendiyan tenê bi yek alî nayê kirin û divê PDK jî vê derbarê de alîkarê wan be.

Bamokî neveşart ku berê sarbûn di navbera PDKê û Komel de hebûye, lê ‘’Niha em dixwazin peyvendiyên xwe li PDKê asayî bikin. Ji be rem di qada siyasî de li gel yek in û nabe peyvendiyên me li gel yek tinebe.’’